2013/07/31

The Great Gatsby 2013

Șêwaz: Drama, Romantik
Dem: 143 deqe
Derhêner: Baz Luhrmann
Nivîskar: Baz Luhrmann
Ekterên Filmê: Leonardo DiCaprio, Joel Edgerton, Tobey Maguire
Pûan li malpera IMDB: 7.4/10

Çîroka filmê
Nick Carraway ji bo peyda kirina karekê baş û guhrîna jiyana xwe ji rojavaya Emrîkayê hatiye New Yorkê. Ew li nizîkî mala xwe kesekê zengîn bi navê Jay Gatsby nas diket. Gatsby her şev mêhvandariyên mezin û rengîn saz diket ku gelek mêhvanên cûre cûr têda beşdar dibin.

2012/12/17

Wild Target (2009)


Șêwaz: Komedî, Tawanbarî
Dem: 98 deqe 
Derhêner: Jonathan Lynn
Nivîskar: Lucinda Coxon, Pierre Salvadori
Ekterên Filmê: Bill Nighy, Emily Blunt û Rupert Grint
Pûan li malpera IMDB: 6.8/10



Çîroka filmê 

Victor Maynard bikujeke temen navîn e û li gel şiyanên xwe yên xeter û kujdar keseke baş e ku dixwaze dêya xwe hertim kêfxweş bike. Ew karê xwe bi profesyonelî dimeşîne, lê rojekî bi nasîna qûrbanekê xwe ya bi navê Rose dikeve rîskê û di şûna kuştina wê hewil dide ku Rose ê ji mirinê rizgar bike.

2012/12/16

I Don't Know How She Does It (2011)


Șêwaz: Komedî
Dem: 89 deqe 
Derhêner: Douglas McGrath
Nivîskar: Aline Brosh McKenna, Allison Pearson
Ekterên Filmê: Sarah Jessica Parker, Pierce Brosnan û Kelsey Grammer
Pûan li malpera IMDB: 4.5/10


Çîroka filmê 

Kate Reddy di şîrketeke de dixebite û ji bilî karê derve bi karên malê, zarok û merê xwe re jî mijûl e. Hevalên wê yên ezeb fam nakin ku ka ew çawa ewqas kara bi hev re dimeşîne. Dema Kate karekî ku divê gelek caran biçe New Yorkê digre jiyana wê zêdetir serûbin dibe.

2012/12/14

Killer Elite (2011)



Șêwaz: Aksiyon, Tawanbarî, Heyecan
Dem: 116 deqe 
Derhêner: Gary McKendry
Nivîskar: Matt Sherring, Ranulph Fiennes
Ekterên Filmê: Jason Statham, Clive Owen û Robert De Niro
Pûan li malpera IMDB: 6.5/10

Çîroka filmê 

Danny endameke kevin a servîsa îstîxbaratê ya Brîtanyayê ye. Dema ku dost û mamosteya wê ya sîxûrtiyê dikeve tengasiyê bi neçarî vedigere rojên xwe yên xeter. Danny hewl dide dostê xwe rizgar bike, lê rizgar kirina dostê wî ji pêşbîniya wê dijwartir derdikeve.