2011/09/01

La Vita è Bella (1997)

Șêwaz: Komedî, Drama, Romantîk
Dem: 116 deqîqe 
Derhêner: Roberto Benigni
Nivîskar: Vincenzo Cerami
Ekterên Filmî:  Roberto Benigni, Nicoletta Braschi û Giorgio Cantarini
Pûan li malpera IMDB: 8.5/10

Çîroka filmî
Guido kesekê cihûye ku digel hevalekê xwe ji gundî diçe bajarî da ku li wê derê kar bike. Ew li wêrê keçekê di bîne û hez ji wê re dike, lê Keçkê li bere ku bizewice.
Guido hewil dide da ku ewê razî bike, û li dawî ye ew bi hev du re di zewicin. Piştî çend salan ev cot e digel kurê xwe dê ji welatî hên derxistin bo kampa karên naçarî yên cihûyan. Guid" bi hemû şiyanên xwe hewil dide da ku evê nexweşî yê ji kurê xwe veşêre û dijwariyên şerî ji bo wî hêsan bike.


Danasîna filmî

La Vita è Bella yan bi înglîzî (Life Is Beautiful) filmeke komedî û drama ye ku di sala 1997"ê de ji hêla derhênerê bi navûdeng yê Îtalî Roberto Benigni ve hatiye çêkirin. La tigre e la neve filmê wî yê dawiyê ye ku  di sala 2004"ê de hatiye çêkirin û şiyana hindê heye ku rondikên bînera di filmekê komedî de bîne xwarê. Filmê La Vita è Bella piştî 14 salan ji çêkirina wê hêşta baştrîn filmê Roberto Benigni ye. Ew di bêje: "Ji layê mêjûyî ve belkî şaşî di filmî de hene, lê eve çîrokek li ser evîniyê ye û ne filmê dokumentere". Ne, eve ne dokumentere, rêka dumahî ya jiyanê bi cwanîye, hesteka xweş e, rûyekê bişkurîn ji birandina cihûya ye.

Hejî gotinêye

Jacques Offenbach (1819 -1880) bestekar û kompozîtorê bi nav û dengê Elman û Fransa ye ku operayê (The Tales of Hoffmann) ji aliyê wî ve hate çêkirin. Ev operaye li du beş li filmî de hate weşandin.

Xelat

La Vita è Bella di sala 1997"ê de 3 xelatên Oscar û 53 xelatin cîhan î bi dest înan, her weha namzed bûbû bo wergirtina 31 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Îtalya
Ziman: Îtalî, Elmanî, Îngilîzî
Dema weşandinê: 20"ê çileya pêşîn a 1997"ê
Ciyê film girtin: Arezzo, Tuscany, Îtalya


1 comment:

  1. Divê hemî kes eva filmî bibînin û li ser bizanin. Eger carekê ne bînî 3 car bibîne, 10/10

    ReplyDelete