2012/12/17

Wild Target (2009)


Șêwaz: Komedî, Tawanbarî
Dem: 98 deqe 
Derhêner: Jonathan Lynn
Nivîskar: Lucinda Coxon, Pierre Salvadori
Ekterên Filmê: Bill Nighy, Emily Blunt û Rupert Grint
Pûan li malpera IMDB: 6.8/10



Çîroka filmê 

Victor Maynard bikujeke temen navîn e û li gel şiyanên xwe yên xeter û kujdar keseke baş e ku dixwaze dêya xwe hertim kêfxweş bike. Ew karê xwe bi profesyonelî dimeşîne, lê rojekî bi nasîna qûrbanekê xwe ya bi navê Rose dikeve rîskê û di şûna kuştina wê hewil dide ku Rose ê ji mirinê rizgar bike.

Danasîna filmê 

Wild Target filmeke komedî û tawanbarî ye ku ji hêla derhênerê Îngilistanî Jonathan Lynn ve hatiye çêkirin. Film li Îngilistanê hatiye kêşan û her çende ku wek filmên berê kilîşekî ye û çîrok bi xweşî derbas dibe, lê dîtina wê mirovî dilxweş dike.

 Hûrgilî 

Welat: Îngilistan, Franse
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 6´ê
mijdara 2009´ê li fetsîvala filmê American hate weşandin
Ciyê film girtin: London, Îngilistan 
Butçeya filmê: $8,000,000 (tê texmîn kirin)


No comments:

Post a Comment